Tengasî (roman)


*1*

 

Bahara rengîn, li chîya yê bilind bi rengê xwe carek din jîyan dixemiland. Li serê chîya belekê berfê, di pishta chîyada jî gûl û rihan vedikir. Di destpêka baharêde êdî hirchê ku di qula xwede bûn derdiketin. Teyrên ku chûbun, carek din berê xwe da bu wî welatê delal. Zozan hîna di bin berfêda bu. Pez û dawarên gund di ber zayînêde bun.

 

"Zivistanê îsal pir direj kir, got Hewes'ê."

 

"Sedîmê; erê dîya min, lê xwede merova ji tifaqa dûr bixîn e. Rast e, zivistanê mala merova sewîtand, ew ji derbaz dib e."

 

Di bin pîyê wide legana hevîr u hedî bi hedî meshîya û chu ser tendurê. Ji kulfika tendurê du dikishîya û chave merova tijî hesr dikir. Li derva dengê Balo dihat. Qîra qîra wî bu. "Bawo, bawo Balo chima hers bu ye. Ji kêra xebera dide?

 

Dema li berderî chavê wî li Wedo ket.. ji wî pirsî. Wedo bi axûrên chava li Sedîme nihirî û got.

 

"Dîya min tu dawa chi li min dik î. Li karê xwe binêhêre.. Ma Wedo li vî gundê zanayê herî mezine ku her tihstê bizani be. Dîya min dev ji min berde."

 

Serê xwe kir berxwe û bê bersiv hisht Sedimê, û chu. Sedîmê legana hevir kishand berxwe û pilê pil kir û got. Xwedê xishtike li te xe Wedo. Ma min xeletî kir ji te pirsî. Xwede te û Balo serrast nek e. "Ji leganê lepki hevir girt hinek ard li ser texte xwe belav kir u dest bi vekirina hevir kir... Di helekîda dilorand û di helekida ji nanê xwe dipat.

 

Agirê tendurê wek chîk shewle dida. Trafa agir pir xwesh bu. Lê xwidan li ser Sedîmê keti bu. Bi huchikê xwe xwîdana enîya xwe paxij kir û carek din ji leganê hevîr girt û nanê xwe vekir. Di wî demede di deste xwede gopalê xwe apê Usiv ket hundir.

 

"Sedîma min nîvroya te bi xêr.."

 

"Xer silamet apê Usiv, kerem ke."

 

Apê Usiv chok da erdê û ji berika xwe pakêta tutunê deranî û dest bi pêchandina cixarê kir. Dura jî cixara xwe kir pash goyê xwe û li Sedîmê niherî. Sedîmê zanî ku ew nan dixwaz e.

 

Got;" Apo ka ji xwere nanek bistin e. Ger dixwazi ji tere tasek dew jî bînim."

 

"Usiv; go na."

 

"Tu ji kerema xwere du nana bide min.. Cemile ji nuha ji berîyê hatî ye. Ez ji bo wî jî nanek bigrim û bichim mal, bashtir e. Ew sibeh, nuha ji nivro ye ku ez ji mal derketim e. Ewê ji min re pevch e. Nanê xwe girt,kir pashila xwe û got bi xatirê te Sedîm e."

 

*2*

 

Dema ku Usiv derket, bi ewtina se ve carek din berî da hundir.

 

"Lanet li xwediyê te be." got ji kuchik re."

 

Lê khucik ê Sedimê bu. Kuchikek pirchikin u gira gira wî, nahêle ku. Usiv ji tendurê derkev e. Sedime hinek xeyidî ji pirsên Usiv re, lê mixabin insanek bi emir bu Usiv. Ji bo wî yeke rêz girt û tu thishtek nanî ber zimanê xwe. Hinek sor bu û ji kelpê xwere got, qero, qero were vira. Qero dochik li ba kir û hat ba Sedimê. Ka rê, rê bide Apê Usiv. Ra bu kerikî nan girt û da khuchikê xwe. Dura jî ninge xwe da ser ustîye kelp. Herweha Usiv ji bi lezî ji tendurê derket, berê xwe da rê ya mal û chu.

 

Sedîme vegerîya hevîrê ku di leganêda ma bû, xwast biqedin e. Hinek hevir ma bu. Rabu chu ji kulinê hinek toraq anî û xwast ji mêrê xwere klora toraqê chê ke. Mêrê Sedîmê chu bu Gimgim ê. Shekir û dena cha yê nema bu. Sedimê karê xwe qedandi bu edî. Hinek av ji kir demlik e. Ew ji dani ser tirafa tendurê ku bikel e. Dura nanê xwe carek din kir leganê, pachek kishand ser, ardê weshîya bu, weshand. Havliga xwe girt hinek dev dorê tendurê paxij kir û derket. Balo jî li taxa yalê golê qira qira wî bu. Pevdichu. Xalitê Kerra ji li Gozekê dest bi qîrînê kiri bu. Ji buka xwe re, ji Bingolê re xeber dida. Sedîmê serê xwe kiri bu berxwe, hedî bi hedî dichu mal. Di carekî de hilceniq î. Serê xwe rakir dî ku Wehdîn e.

 

Got; "bra yê Wehdîn ka avî nanê bibe buka min re."

 

Wehdîn hers bu di carekî de.

 

"Ma ez sewîyê berderîya me tu nan didi min. Ez tesdiqa te nagrim. Navê min Wehdin e. Ez birchî diminim, lê destê xwe ji mixanetêre venakim."

 

Sedime poshmam bu ku, ji Wehdinre ka vî nanê bibe buka min re. Wehdin bi wî hêrsê berî da mal. Nanê ku Sedîmê xwasti bu bide, negirti bu. Dema Sedimê gihisht berderî ye xwe, li berderiyê xwede Qumryayê cacim raxisti bu, herî she dikir.

 

"Qumrîyayê got: "xer bu xwengê, chima Wehdin ji tere hêrs bu."

 

"Sedîme wegerîya bi dev kenî; "dayê Wehdin'ê, dîne.. ma tu Wehdo nasnak î."

 

*3*

 

Dema ku Usiv gêhisht berderê malê, dît ku hespê wan beredayî li berderî disekin e. Dest bi xebera kir dema ku chavê wî li Sarê ket.

 

"Qizê xwedê mala te bisewîtîn e. Tu xêrê ji zarokê xwe nebîn î. Qizê ma ev chî hal e? Tu fedî nak î? Tu sherm nak î...!!! Hesp chima bê hevsar e? Chima beredayî ye? " Nan xenîmê te be."

 

Dema ku nan got, nanê ji Sedîmê girti bu hat bîra wî. Nanê xwe ji berîka xwe derxist û chok da erdê û kerîkî jê kir û chu ba hespê xwe û nan da ber pozê hespê, dî ku hesp naxwe, îjar jî ji hespêra xeber da.

 

"Min di dîn û imana te ga hê. Ez nan didim te tu naxw î. Bicehenim e."

 

Ji Sarê hevsar xwast. Sarê chu hevsar anî u da apê Usiv. Apê Usiv kelegîrî bu, dema ku hevsar ji destê Sarê girt. Mistefa yê wî hat bîra wî. Mistefa Li Alamanya'yê Qeza ya kar derbaz kiri bu û jîyana xwe wenda kiri bu. Ev hesp dîyarîya wî bu. Mistefa vî hespê han kirî bu. Ji bo xatirê wî hespê han nedihat firotan ê. Ji bo xatirê Mistefa hesp hina li mal bu. Kes lê sar nedi bu. Hezkirina Mistefa û bîranîna Mistefa bi bu sedemê xwedîkirina hespê. Apê Usiv merovek kal bu. Rû yê spîh, egal li serî. Zimbilên direj û gopala(chogan) wî her tim di destta û xeberên ku dikir jî ji dil êshîya wî bu. Apê Usiv hevsara hespê di serê hespêda wergerand û bir ber dara bî û grêda. Li wederê chok da erdê. Ji berika xwe, kêsê ya tutunê derxist û cixarekî pecha. Got xwedê ji te ra be, xizir her dem te shad û bextîyar ke Shukrî. Tütüna Shukrî yê Mehemed da bu yê zer, wek zêr dibiriq î. Usiv tenik pecha, nedixwast zu biqed e. Dixwast her dem di berîka xweda bigerîn e. Nishanê gundîya bid e. Cixara xwe xwast vêxe, li berika xwe ji bo yê heste niher î, lê nedît. Dest kir berika xwe, pashila xwe gerîya lê mixabin ne dixwî ya. Banga Sarê kir

 

"Qizê Sarê min di devê bavê te ga hê ji minre chikek agir bin e."

 

Sarê di carekîda ji cîyê xwe ra bu, ji kulfikê chikek agir girt û berê xwe da Apê Usiv, cixara wî bi agirê ku ani bu vêxist û carek din chu hundir. Ape ûsiv edî westîya bu. Ninge xwe direj kir, serê xwe danî, berê xwe da ezmanê sayî, ji cixarê bihnek girt, destê xwe yê rastê kir bin serê xwe, demek li erdê dirêjahî vezelî ya. Cixara wî vemir î. Usiv chavê xwe girt û demek ji xweva chu. Bi sewta Kewê sîyar bu.

 

"Apê Usiv.. got, Kewê"

 

"Ji tere loqme, ka bigre"

 

"Apê Usiv; "loqma chîye dîya min?"

 

"Xêre."got. Kewê"Apo welleh Apê Qemer xew dî bu."Min ji loqmê,nîyaz belav kir."

 

"Dayê ma xizir, ziyaret tenê dikeve xewa Qemer, te bîra Qemerê Chichê. Chima nakeve xewa me." Ewlîya, xizir û ziyaret di vî gundêda bu ye para Qemer. Qemer nahêle ku xizir bikeve xwa me jî."

 

Kew kenîya...

 

"Ape usiv ma em chi bikin. Mêrik ji xwedayê xwere yar e."

 

Ji bin pachê xwe loqmê ku belav kiri bu parcheki girt u da apê Usiv. Dura jî xatir jê xwast û chu.

 

*4*

 

Qemerê Chichê egala wî li serê wî, di destê wî de bêr li mêrgê coh vedida. Kevirên ku ji sûrê ketî bu radikir, carek din dida ser sûra mêrgê. Qemer insanek delal bû. Xwedîyê îtîqat bû. Bi bîr û bawerî bû.

 

"Ya Xizir, ya Gola Sar, Hazir Baba, Goshkar Baba, tu me shelpeze nek î..." got.

 

Xwîdana enîya xwe paxij kir. Di wî demêde Lêlê hat bîra wî. Sebrê hat bîra wî. Qemer ax kishand. Bêr ji destê xwe danî û berê xwe da Hazir Baba dest bi axaftina xwe kir. Qahir î. Hêrs bû. Li ber xwede diaxif î.

 

" Min ji bo te hesrên chava rijand. Ji bo te dîn bûm bi chiya ketim. Beranê kel min ji bo te qurban kir. Bila qurbana te be Xizirê khal. Lê tu lomê min bibîn e. Lê te ji min dur xist. Chima te ez bi serê xwe hishtim. Min chi xeletî kir? Sebrê, dura jî Lêlê. Ez mam kokim, feqîr, ketim ber desta.."

 

Fikirî kûr bi kûr. Lê carek din berê xwe da Hazir Baba û got;

 

"Hazir baba tu gazinê min efu kî. "

 

Qemerê Chichê dema ku di xewa xwede Xizir di dît, Ewlîya di dît...ra di bû qurbana xwe digirt, berê xwe dida cî yê ku wî di xewa xwe da dîtî bû. Li wêderê sûr chê dikir. Êdî zîyaretgaha bîr û bawerîya, di bû ciyê ku gundîya bana xwedê dikir. Di bu zîyaret. Axcha Mamê, Nafîya yê, Esmera Alî yê Horê berê xwe didan zîyareta. Di bin chengê wande kate, loqme, kelê xwe li ziyaretê di birîn. Sehidê Chala Zalmasî, Shêde Bingolê herweha di xewa Qemer'de cih girti bûn. Qemerê chichê jî dora wî bi kevir sûr kiri bû. Ew jî bi bu ziyaretgah.

 

Esmerê li wederê bana xwede kiri bu. Ji Mistefa yê xwere mirad xwasti bû. Buka wî Gerdenê di wî kelegeriya Esmerê'de lawek da bû Mistefa. Esmerê navê torinê xwe bixwe lê kiri bu. Chima kû lawikên Gerdenê di bû, lê ne diman. Ji bo wî yekê bu Esmerê berê xwe dida zîyaret û shehîda. Ji bo yê wî yekê bû Esmerê hêsrên chava dirijand, bana xwedê û Xizir dikir. Loqme di da, Ji Nawalê dikishiya berê xwe dida Gola Sar. Dichû ser Gola sar bi têra xwe digîrîya, banga Xwedê dikir... Dara ku li ber Gola Sar bu, bi pachê xwe dixemiland carek din miradê xwe dixwast. Di vegerêde carek din bi kele gêrî kevirê ziyaretê mach dikir. Xatir ji Gola Sar dixwast û di hat mal. Gola Sar li ciyek bilind, li rastê, di pash mergede chîya, li ber Gola sar da jî merg he ye. Seyrengahek balkesh û xwesh e. Ava ku ji Golê dikshe pir sar e. Beriya ku Esmer vegere, têra xwe dev kir ava sar û vexwar. Reya xwe guherand û berê xwe da ghund.

 

Dema ku gîhîsht gund. Dit ku Qemer li pash mala xwede li mêrgê li ber ava cohê runishtiye. Berê xwe da Qemer chu ba wî.

 

Got; "Dema te xwesh keko." Qemer serê xwe rakir û dît, Esmere.

 

Got;"Diya min ser seran, ser chavan Esmer. Keremk e. Tu bi xer hat î" Esmerê chok da erdê, li ba Qemer runisht.

 

*5*

Dema ku Esmerê chok da erdê, Qemer ji Esmerê re got;

 

"Diya min tu ji ku tê?"

 

Esmer:"Keko ji Gola Sar têm."

 

Qemer;"Gola Sar miradê te bi ke dîya min" got. Di wî demê de Balo xeber di da û dihat bi jêrve. Qîra qîra wî bu.

 

"Kero min di dayîka we gaho, hun chima avê li ser min dibirin. Hey be namusana. Be serefana...." Wî jî nedizanî ji kêre xeberan dik e. Lê ava wî hati bu birîn. Bê kêfîya xwe di xeberên xwede danî ziman.

 

"Law av di tapuya bavê wede ye... Hun cawa avê li ser min dibirin. Di wede namus û heysîyet nema ye"

 

Heyderê Qemer ji mal derket û di ku, Balo diqîre û xeberan di de. Vegerîya got;

 

"Kero Balo tu ji kêra xeberan di dî, bê namus tu yî, ji xelkêre xeberan ned e." Wî û Balo berî da hev. Esmer ji cîyê xwe ra bu, wî jî berî da Balo.

 

"Balo ka bisekinê, Heyder tu veger e, Balo ji minre bihêl e",got.

 

Heyder di cîyê xwede sekinî. Esmer ji wî mestir bu. Guhdarîya mezinatî yê rêz girtin bu. Tu cudîyatî di navbera jin û mêrde tunne bu. Esmer gehîst Balo û tuye Balo kir û pirsên ku nema bu ji Balo ra got. Balo dengê xwe birî û zivir î, berê xwe da mal. Dema ku nîzîkî li mal kir, carek din dest bi qîrinê xwe kir. Qira qira wi bu. Esmer hedî bi hedî dihat. Carek din vegerîya berê xwe da Hazir baba kelê xwe lê birî. Tilîya xwe mach kir û da ser enîya xwe. Di garanê de dengek xwesh û bilind dahat... Ew deng, dengê Rizayê Keera bu;

 

delal qurban tu delalîî

kulîlika ber baharê...

tu rihana ber zinara

rabe min bihebin e

ez rewiye ber rêya me...

 

dilber heyran, dilber heyran..

nave te nizanim

ji tere dibejim benj zirav ê

ka ramisanek bide min

rebenê xwed e ji xera de ê bav ê....

 

Distra u dihat bervê jêr. Dengê wî bilind bu. Pir ji xwesh bu. Dilê guhdara diheland dengê wî. Esmer hat ba Qemerê Chichê û dura jî, Esmerê xatir ji Qemer xwast u berî da mala xwê. Heyder banga bavê xwe kir. Bawo ka were chay hazir e. Em li benda tenin.

 

"Xaltî, xaaaltîya Esmer ka vegere, me chay ji bo te hazir kirî ye, tu kuda ter î. Veger e."

 

Esmerê dî ku Heyder banga wî dik e... vegerîya berî da mala Qemer. Qemer jî hedî bi hedî dihat bervê mal. Riza yê Keera nîzîkî li mala Qemer kiri bu. Stran ji berdewam dikir. Riza dema ape qemer dit, strana xwe qut kir. Silav li apê Qemer kir. Ape Qemer ji Rizara got;

 

"Ka were chay hazire, shusekî chay vexw e. Tu nuha westîya yî." Herdu bi hevre berî dan mala apê qemer.

 

*6*

 

Zinarek bilind û mezin he bu li ser nawalê re. Di ber zinarda xîcên hurik û di nav xîchanda jî gûlek sor vekirî bu. Xortek bi zimbêl li ser zinar runishtî bu. Di destê wîde pirtukek he bu. Pirtuka xwe danî tenîshta xwe, chavên xwe mist da. Dura jî serê xwe rakir û li hêla din mizê kir. Ava nawalê di vî mehêde zedetir di bu. Berfa chîya dihelîya, av zêde di bu. Xwishîn bi nawalê diket. Nawal gelek kur bu. Di pishta nawalê, di hêla dinda birek pez dicherî ya. Lê shivanê pez nedixwî ya. Xortê delal chavê xwe da bizana ku derketî bu ser zinar û xwe direjê pela dara mazî ye dikir. Zinarek bilind bu, lê bizin bê tirs bu, ra bu ser ningen dawîyê û xwast bigehîshe pela darê.. Dar pir bilind bu. Ji durve nedixwîya ka bizin digehisht pela darê a na? Dengê shivan di carek de hat.

 

"Ho ho, deaha deaha, birrrrrrrrr..." dura jî dest bi stranek kir. Stranek pir xwesh bu. Xortê delal dengê shivan nas kir, lê dengê xwe nekir. Ne dixwast stran bê qut bun. Shivan bi dengek gelek delal distr a.

 

wey lê dînê chîya bilinde, te nabînim.

wey qurbanê gûl sor bûn e, nachirpînim gûndi

malî bata ser dilê xewka min

ra ne tu dilê nahevînim, nahevînim...

lê lê dînê pezê we zozanê

 

wee me chirandin, wee me chirandin

wey lê dînê xewkam dora, dor gerandin

wey lê dînê, kechikê gundê

we pir bedewin

xortê gundê me helandin

me helandin wey

 

malino dina min revî

wa direvî wa direvî

keleshkofê tu yî rindî

pir bedewî pir bedewî, gundî

malî ezê dichim

keleshkofê bigrim

ketine orta min û te

desht û zozan desht û zozan..

 

Stran qedîya lê wî carek din dest bi stranek din kir. Strana dinê, berîvanê bu. "Wey lê berîvanêee......" Bi rastî dengê shivan pir xwesh bu. Ji nawalê dengê jinek hat.

 

"Rizo, Rizo pez bicherîn e. Dura jî strana bistr e."

 

Dura jî kenîya. Helîma Alî Horê bu. Wi jî dar berhev dikir. Darê hishk. Henekê Helîmê pir xwesh bun. Tinazê xwe jî dikir, carna. Riza tew deng nekir. Dizanî ku Helîme her dem bi henekê xwe ye. Xortê delal li seata xwe niherî dem gelek derbaz bi bu. Ra bu pirtuka xwe girt, kir bin chengê xwe û ji zinar pêya bu. Ew gula ku vekirî bu pir xweshik bu. Chu li ba gûlê sekinî, lê nihirî qemîsh ne bu jêk e.

 

Got; "Gûl li chîye xwe xwesh e"

 

Gullên welatê me her dem binha merova fireh dik e. Dura ra bu, bervêjêr da ket. Xich ji ber ningê wi giller di bu, disheqit î. Dixwast biche ber ava nawalê. Pezê shivan dikishiya bervê Kort'ê. Helîme hina di pishta Berojê Jarî de dar kom dikir.

 

*7*

 

Li derva hurik hurik shilî dibar î. Phiska shilîyê li pencerê dixist. Dura dibu dilop û li ser camê dihat xwarê. Di shevda gelek baran ketî bu. Nûha jî xanî dilop dikir. Nazê ra bu tasek girt û da ber dilopên shilî yê. Chima ku ji dilopan, li xanî av gol di bu. Di chalek de li erdê gola shilîyê, li derva jî berdewamî ya baranê he bu. Ji Nazêre ji nifir kirin ketî bu. Nazê ji qahranre û ji bêkefîre, cardin dest bi nifirên xwe kiri bu. Dema ku tengasî chê di bu, Nazê jî dest bi nifiran dikir.

 

"Heso xwedê te nehêle, Uso xishtik li te kev e, Memo tu xêrê ji canê xwe nebîn î, Xaco Gola sar te nehê le, Axchê agir bi mala te kev e, Gûlê tu dergusha hurik tu car li ber pesîra xwe nebin î..... "

 

Herweha nifirên wî direj di bu. Dawîya nifiran jî zu bi zu nedihat. Di dema îrojda jî xanîyê wî dilopan dikir, lê kesek ne li mal bu. Nazê, jî nifirên xwe li wana dikir. Ger ew nûha li mal bana nifirê Nazê hina zêdetir berdewam bikirana. Lê tenê merê wî li mal ê. Ew jî nikare rabe ser pîyan. Nexweshê salan e. Di cîyê xwe de nikare biliv e. Bê hale, be qewet e. Bîrîndar e. Her tim dest û serî lê dihec e. Lom jê nab e. Lê car he ye ew ji li ber nifiran dikev e. Ji nifiran, para xwe qasê xwe digr e. Nazê ji derdê xwere, cixwas nifiran bike jî pir xemgîn e û dil tenik e. Jinek delal e. Ev bu bist sal ku ew xwedîye merê xwe dik e. Bi kefchîyan nan dide mêrê xwe. Qayitê wî dik e. Destên wî mist did e. Radikê, ser xwe di de runishtin ê. Deste wi digre, digerîn e. Destava wî digr e. Shîkalên cahvên wî bi destên xwe paxij dik e. Mêrê wê, ev bîst salê ku di nivînada serpisht radiz e. Tu carê wana nekarî li ser dixtor û tabîban bigerinin. Ji nezanî û feqîriyê bu. Ji bo yê merê xwe chu, li ser ziyareta gerîya. Bana Xizirê kal kir, bi shev û rojan. Qurbana xwe ji bo Goskar Baba kir. Gerîya, bana wî kir. Carek jî chu bu ser Hazir Baba li wederê ji banga xwedayê xwe kiri bu. Lê ji wan gêrî û duhayê wê, disa jî mêrê wî tu shifayek nedîti bu.

 

Naza feqîr jî edî dest bi nifira kiri bu. Chima ku ji bîr û bawariyan tu berjewendiyek nestandi bu. Ne Xizrê kal gehîsti bu bangwazîya wî û ne jî zîyareta duayên wî qebul kiri bûn. Li gund ji wê ra cazu dahat gotin, Naza dîn, dahat gotin. Lê Nazê ne dîn bu û ne jî cazu bu. Nazê jinek delal, jinek chê, kebaniyek malê bu. Herdem destê xwe dirêje ketîyan, ûstixwaran dikir. Ji kerîya nanê ku dixwar dida feqiran, kemê ku edî zêdeyî li bejna wî nedihat, wê di da cinara. Ji nanê dipat, dida rewîya... dida teyrên berderî. Lê nedichu ser zîyaretan. Dev ji zîyaretan berda bu. Tenê navê wana di nifiranda bi kar danî. Emrê Nazê ji pencîyê derbaz bi bu. Mere wî Kamil 15 sal ji wî mestir bu. Lê Nazê ji mêre xwe Kamil pîrtir pîr xwîya dikir. Nazê rabu chu ba mêre xwe Kamil, dest da ser enîya wî û gêrîya. "Xwedê chima halê me nabîn e,me chî qisur kir,xeletîya me chî bu ? " "Lo tu chima deng nak î ? " Enîya sar di bin destê Nazê de, Nazê jî xwe bi xwe, bi axaftin bu. Deng ji Kamil hati bu birîn. Lê Nazê nedizanî ku Kamil chuye ser dilovaniya xwe. Nazê hem diaxifî, du axaftinêre jî, ji bê dengîya mêrê xwe re dest bi nifira dikir.

 

"Kamil xwedê rehetî nede te, Kamil te mala min shewitand, Kamil te em shelpeze kirin, Kamil Xizir qebul nek e... Kamil , Shedê Bingolê te ji cîya ranek e. Tu xerê ji can û cesedê xwe nebîn î.... "

 

Lê xwîyê Kamil bu. Kamil tu car bersiv nedida nifira. Guhdarî dikir tenê. Nuha ji Kamil bê deng bu. Chima ku Kamil edî nedijîya. Kamil mala xwe barkiri bu ji vî dunyayê. Kamil mirî bu. Mirî naxifin. Mirî ji vî dunyayê ninin. Kamil pir kishand. Kamil ji ter û tezetîya xwe fahm nekir, tu tahm ji jîyanê negirt. Ne Xizir Kamil dit, ne jî ewlîya û zîyaretan derde Kamil careser kir. Kamil emrê ku di nivînande derbaz kiri bu, carek din di nivînande da bu. Emrê ku chuyê, edî venagere shunda nay ê. Naz axifî lê Kamil nedibihîst. Li derva baran dibarî. Ne wek phisk davit. Shilîyek giran dest pê kiri bu. Ewrên resh dichiluskî. Gurin bi ewran keti bu. Biruskê davit carna. Ba jî derketi bu. Bi bayêre dilopên shilîye li camê diket. Shirqin bi camê dixist.

 

Nazê " Lo mêrik tu birchîbuna te he ye a na ? "got. Ji Kamil bersiv negirt. Qahir î. "Naxwî ,nexw e. Xenimê te bê.." got.

 

Ra bu chu kulîne ji Kamil 're nan bin e. Lê Nazê nedizanî ku mirî nan naxwin. Ne dizanî ku Kamil edî nikare nan bixw e. Nazê, nedizanî ku Kamil edî tu car nan naxwazê ji Nazê. Ne ji birchîtîyê, lê ji bê dengîya bê dawîyê yê. Nazê, ji kulînê toraq û kerîkî nan anî.

 

"Ka rab e Kamil min ji tere kerîkî nan anîye. " Dest avit destê Kamil ku rak e. Lê Kamil ra nedi bu. Ser pisht di ket. Nazê, nedizanî chi bej e. Hêrs bu. "Lo nan xenim bu yo. De ra be. Tinaza nek e ji min kokim e. "

 

Nanê anî bu danî erdê û chû ber pencerê. Dî ku Kerîm ji wêda tê. Berî da derî. Derî vekir banga Kerîm kir.

 

"Kerîm bavê min ka wer e arîkarîya min bik e. Ez nikarim apê Kamil rakim. " Kerim " metê ka bisekiner ez vî bizinê bikim gomê,vayê têm. "

 

Nazê derî da cî û hat hundir. Kerîm bizina kulek kir gomê, derî da cî û berî da mala meta Naz. Meta Naz li ber pencerê li benda Kerîm bu. Shilî dibarî, shilîya bahar ê. Ewr digurîyan, ewrên bahar ê. Biruskê davit, biruska bahar ê. Li derva rengê baharê, di hundurda bê dengî û shîn di dorêde bu. Shîn û bahar bi hevre bu. Tengasîya jîyanê li derva bi navê baharê, di hundurda jî destpeka shînê bu. Kerîm ez heyran dereng wer e. Jiyan shînê qebul nak e. Kerîm bavê min dereng wer e. Naz mirinê qebul nak e. Kerîm xortê delal Mirin nayê qebulkirin. Ka hedî bi hedî wer e. Kerîm bra mirina feqîra barê giranê, bila kes pê nehes e.... Ka here ningê bizina xwe derman ke. Dereng wer e. Lê Kerî wayê hat .Dengê ningê wî ji berderî tê. Wayê dest avit derî.

 

"Metê xêr e.. got, Kerîm. Bavo, apê te Kamil xeyîdîye, dest davejim ra na be. Nan naxw e. Ka tu dest bavêje, ji kerema xwere rak e. Ez kerîkî nan bidim " got. Xwîyê apê min e.

 

"Apo ka rabe lo, meta min nexeyîdin e.. " got u berve apê Kamil chu. Dî ku apê Kamil di xewa shirînde ye. Bê deng e. Chav li serî ve bu ye. Goyê xwe da berdevê apê Kamil, destê xwe da ser enîya apê Kamil. Dî ku Apê Kamil chuye ser dilovanîya xwe. Chu hemiz bi meta Naz 're anî.

 

Got; "mete serê me sax be. Apê min mirî ye, metê. " Herduya dest bi girînê û shîne kirin. "Mirin dîya te bimr e.." got, Kerim.

 

*8*

 

Helîme, li pishta wî darê hishk, ji berojê Jarî bervê nawalê bervejêr dimeshîya. Weris li ustîye xwede derbazkiri bu. Dema ku dimeshîya darên hishk di helekîda dadiket dura li ser hêladinde bervê jêr werdigerîya. Carna dar ji weris xilas dibu û li du wî de diket. Li pash wîde ew xorte ku di destên wîde pirtuk he bu dimeshiya. Bê deng bu. Tenê darê ji barê Helîmê diket berefdikir,di hemîza xwede girtî bu û serî da bu Helîm ê. Helîmê nedizanî ku li du wî tu kesek hey e. Helime ji ava nawalê derbaz bu ijar jî berê we li qiyame bu. Nîzîkîya Shîpê kir. Di wederêde cohek he bu. Li ber choyede kevirek bilind he bu. Helime darê li phista xwe da ser kevir û berê xwe da nawalê. Dî ku xortek di hemîza wîde bervê wî te. Lê nasnekir. Sekinî bala xwe da lê nekarî derxîn e.

 

"Bawo tu lawê kê yî?"got, Helîmê.

 

"Wey analix xwedê ji te razî be. Ma tu cawa min nasnak î, analix. Mizêke evana darên ji barê te ketin e."

 

"Wî min qidayê te girto, welleh min tu nasnekir î. Tu ciwaxtê hat î ? Tew kes nabêje ku tu hatî yî. Ser chava hatî yi." Dema ku Helime ji chîyê xwe rabu, xort darê wî xwest bigre bide ser milê xwe. Lê Helîmê nehisht. Bawê min, qida mal ne dur e. Welleh ez nadime te. Wîîî xwedê emrê te direjk e. Xwedê te bihêl e, bavê min."

 

Bihevre dema ku nezî kî li mal kirin denge gêrîyek hat goyê wan. Deng zede di bu. Dengê jinan bu. Ax bavoooo, ax limin ê. wî bavooooooo.....ax ax ax. Axîn dikishiya û zede di bu.

 

"Bavo chî bu ye? Chî qewîmî ye. Ev hawar ji bo chîye gelo" got, Helîmê.

 

Xort zanî ku li gund thistek nexwesh qewîmîye , lê dengê xwe nekir. Bê deng ma. Êdî hatibun berderîyê mala Helîmê. Deng ji taxa Yalê Golê dihat. Gelek jin ji gund berê xwe da bun rê. Bervê taxa Yalê Golê dichun. Helîmê darê li pishta xwe danî û banga qiza xwe a li xanî kir. Banga Xezalê kir. Xezal ka chayek bikelîn e. Xort zanî ku ji boyê wî ye.

 

Got; "Na, na ez chay venaxwim. Ka bisekine chî bu ye. Ez dixwazim herim taxa Yalê Golê. Ez bawer dikim shîn he ye?" Darên ku di hemîza xwede anî bu ,danî cem darên Helîmê û xatir ji Helîmê xwast , berî da Yalê Golê.

 

*9*

 

Muhbeta Xelîl li ber dara bî porê xwe she dikir. Xelîl, jî li ser pîyê wî darên mazî ji wirve dahat. Dû darên qalinê mazî li ser pîyên xwe danî, offf kishand. Westîya bu. Herdu dar jî, ji qorîya Aliaxa anî bu. Ew darên mazî, darê qorîya Alîaxa bun. Ji boyê chekirina xizagê anî bu. Ji boyê ferên xizagê bu. Dema dar danî, bi dengek bilind banga Muhbetê kir

 

"Qizê Muhbet malava tu li ku yî."

 

Muhbet ji cîyê xwe ra bu. "Xelîl tu hat î ?" Got.

 

Xelil : " Erê,ez hatim. Birchî me. Ji minre nan bîn e ", got.

 

"Xelîl, min hinek heliz xashandîye, tu dixwazî ez helizê bi hêkare di runde biqelînim."

 

" Ji minre hima chî dixwazî bîn e, hima bîne, chi dibe ew dizane", got. "Te ji ambarê arvan deranî a na?"Ji jina xwe pirs î.

 

Jina Xelîl Muhbet di destê xwe de she, ji bin dara bî ra bu û bervê mal hat. Got; "Erê Xelîl di têrêde ye. Min kesek nedî ku ez banga wî bikim. Min jî nekarî ez tenê bi serê xwe rakim, li kerê kim û bivim ash. Te nan xwar shunda arîkarîya min bik e. Ez wî li kerê kim û bivim ash."

 

Xelil got:" Zaru ne li malin?

 

"Muhbetê got: "Tu kesek li mal nin e."

 

Xelîl got "Qizê ew chî qîrin bû, dema ku ez jî qorîyê derketim, ji taxa Yalê Golê qirîn û gêrî dihat."

 

"Welleh gotin Balo li jina xwe xistîye. Dema ku qîrin û hawar hat, em jin bervê Taxa Golê chun. Jinika feqîr Ji xwe chu bu. Gotin jina Balo mirîye. Lê jinik pir hati bu kutandin. Kalo jî ji Baloyê brayê xwere pevdichu. Bi hev û du keti bun. Qirin û hawar jî ji boyê wî tishtê bu. Gundîya berê xweda taxa Golê. Ji Balo'ra pevchun, tera xwe xeberdan û vegerîyan.

 

Xelîl kenîya :"Balo'ye ma em chi bikin, qizê Muhbet heta iro min ji tere dest ranekirîye, tu dibînî Balo chi mêr e."

 

"Ma tu jî dixwazî bibî Balo "got, Muhbetê.

 

"Xwedê nek e, Balo nîheqîya li jina xwe dik e. Jina Balo jinek delal e , xwedê Balo têr nek e. Balo'ye. Nayê zanîn. Merov jina xwe dikut e !!!"

 

Muhbet derbazê xanî bu. Xelîl jî chok da erdê, pishta xwe da diwar. Berê xwe da mezela. Dema berê xwe da mezela ash hat bîra wî. Chima ku ashê Gestemerdê di bin mezelan da bu. Jina wî ji arvan kiri bu têrê. Li mal ard nema bu. Ji boyê barkirina arvan ker lazim bu. Ji cîye xwe ra bu, berê xwe da mala Fîrarê Mistê Melle. Mala Fîrar di pash mala wanda bu. Ne dur bu. Dema nîzîkî li mala Fîrar kir, dî ku Gozê li berderî beravê dik e. Kinca dishoyê.

 

Got "Nivroya te bi xêr, apê Firar li mal e Gozê ?"

 

Gozê ji rêz girtinê ra bu."Xelîl, derbazê mal be. Fîrar vezelîyaye. Li mal ê."

 

Xelîl : " Na welleh Gozê ez runanim. Dema runistikandinê nin e. Min xwast ez ji Firar kera we bixwazim. Li mal ard nemaye dibe ku ez hinek arvan bibim ash."

 

"Bawo ji Firar pirsk e. Derbaz be."

 

Xelîl derbazê mal bu. Di ku Fîrar xura xura wî ye, raketîye. Carek din zivir î. Ji Gozêre got:

 

"Welleh ez qemish nabim, Fîrar rakim. Bila rakev e. Em shîyar nekin."

 

"Bila rakev e got, Gozê."

 

"Gavek din shunda têm got, Xelîlê Memelî.

 

Gozê got "serchava oxira te ya xêrê be, Xelîl."

 

Xelîl vegerîya chu mal. Jina wî nan hazir kiri bu. Sofre anî li ber Xelîl dan î. Li derva dengê pez dahat. Kala, kala mîya û bizina bu.. Jina Xelîl got:

 

"Iroj jî pez bermak e."

 

Xelîl got: "pez bikê ber Xacho. Bila danê evarê ew pezê bermak bib e. Dora wana ye. Tu jî arvan bibe ash. Ez jî dibe ku xizagê chêkim."

 

"Gelo ash vekirîye ?" got, Muhbetê.

 

Xelîl, bersiv da Muhbetê. "Erê, Muhbet min ji ashvanre got, îroj vekirîy e. Usênê Alxan ji Gestemerdê tê."

 

Di hêlekîde nan dixwar. Di helekîda jî guhdarîya teyba xwe dikir. Di teyibêde denge Shakroyê Mushê bilind di bu. Derdê sharê distra."...min shar kirîye bi donzde kara. Ax liminê derde shar ê.....Nava taxima sing u berê minde raz e...." Xelîl serê xwe rakir û li Muhbette mizê kir. Muhbetê serê xwe kir berxe, dan î. Xelîl di helekîde nan dixwar, di hela dinde ji guhdarîya strana Shakro dikir. Li derva kala, kala pez bu.

 

*10*

 

Kechikên gund li pishta wana tûr, ji Nawala Soyê dihatin. Di tûrên wande so hebu. So ya nawalê li bin warê wanda, gelek navdar bu. Ji nawalê jî ava sar bi zelalî dikshîya. Kechikan stranek gelek xwesh distra û bervê Warê Diyar dihatin.

 

"Nawalo bê dare,

dome domê domrîgê,

chavê gûr li karê,

kar karika muxtar e....."

 

Bi henek û kêfxweshîyek ji jorve dihatin. Fistanê sor, cheqer, shîn li bejna wana... Gislavêt, an jî lastikên qere di ningê wande, dimeshîyan. Li serê wanede kofî hebu. Li ser kofîyande, bi her rengê temezîyên rengîn... Qizên azeb herdem dilên xortan dihelînin. Qizên bedew, rind, xwesh û sosin li wî gunde dayina xwedê bun. Yek ji yekî chetir û bedewtir bu. Rindê ji wan yek bu. Di berika xwede her dem qutiyek mêzekirinê digerand. Ew qûtî diyarîya Xortê Delal bu. Quti ji cerciyê Licê hatibu kirin. Ji Licîyê her sal Ezoyê Licî ji wanara dims danî. Ji wî ketirbe hima morî û mircan, qutî, she.. herwaha gelek tisht dihat gund. Ew dîyarîyên ku ji xortan dahat girtin, li ba kechikan herdem ne ji herkesîre eshkere bu. Lê wana di nav xweda carna bi axaftin parve dikir. Lê ne ji herkesekre. Nedixwastin bê zanîn. Nedixwastin li ser wana peyv bê kirin. Nedixwastin navê wan were ser ziman. Ji tirsê nebû. Kutandina kechika (qîza) li wî gunde eybek mezin, shermazarîyek giran û di bin thometê de dihist xwdîyê buyarê.

 

Di edet û jîyana wî gundêde qedr, rûmet gelek grîng bu. Di navbera mêr û jinêde carna pevchun chê dibu, lê mixabin ji qîzên azabre gotina xirab tu car nedihat gotin. Qiz miradê malê û dilê bav û dayîkê bu. Qiza delal, bedewa bav û dê bu. Cudîyatî li wî gundê di navbera kech û xort te ne pir sedemê alozîyê bu. Kêmanî ew bu ku xort hinek din xwdîyê besnê bu. Mêranîya bav û kalan wîsa hatibu. Cîyê qîzan ji hezkirin, carna xemgînî carna jî keda wana dihat ziman. Dotina pez, paxijkirina tewlê an jî gomê bi destên wana diqewimî ew bun keddar.. Malavayî zedetir bi destê jin û qîza bi kar dihat. Xalî û xalîche bi tîlîyên nazik chê dibu....Têr û tur bi destên wan dahat darxistin.

 

Bi stran û dîlan qîzên azeb nîzîkî li Kevirê Qul kiribun.Wana dikarî tenê di wederêde derbazbin. Ava nawalê bilnd bu, rê nedida ku merov derbaz be, chima ku helandina berfê ava nawalê zedetir kiribu ,ava nawalê rabibu. Dema ku ew hatin ber Kevirê Qul, xwîdan li ser wana keti bu. Hezîmê got

 

" Xwengên delal ka em hinek bina xwe bigrin. Em wesîtyan di bin pel û pincarende."

 

Nigarê got; "Bashtire ku em bi waxt herin mal diya min. Kes li mala me nin e, diya min chu Gindor, brayê wî hinek nexwesh e. Bavê min ji chuye alîyê Xormekan.. Chotkî ga dixwaze bikir e, zarok tenê li malin. Min ji amoja Gulperîre got bila qayite brayên min ke... heta ku ez hatim. Xwede jê re razî be, ne got na.."

 

Hezîmê got; "Bash e, ser chava ger hun nexwazin xem nîn e, em bi rêkevin. Li serê Warê Dîyar em hînek bînha xwe bigrin."

 

Destê hev girtin û xwestin ji Kevirê Qul bi hevre derbaz bin. Bi dengê Panêve li cîyê xwe sekînîn. Ji ningê Panê solê wî seqitî bu. Ji Kevir sheqitî û ket avê, pêla avê lê xist û sol di avêde wenda kir.

 

"Gelên qîza hedî bi hedî ji kevir derbazbin. Hun jî neseqitin " got, bi dev kenîyek, Zerê.

 

Derbaz bun û berî dan pishta Ware diyar. Peshîya wana qiyame bu. Ji gerdana wana xwîdan disheqîtî. Panê di ningê yekta sol ê dinda jî gore dixwîya. We solê din ji derxist, gore xwe ji kir destê xwe, pêxwas serî da ser mesha qîzen din. Ew jî bi dev kenî bu. Qizanre henek dikir, bi henekê xweve jî dikenîya.

 

"Welleh ez birchî bum "got, Hewesê.

 

Ji ture xwe ta kî ribês derxist û nîvîki da Gozê, nîvîya din jî bixwe xwar. Tirsh bu.

 

"Dayê, dayê ribêsa te merîya tîne ga got, Hewesê."

 

Bu tiqe, tiqa hemu qîzan. Hatin ser devê Warê Diyar. Turê xwe danîn û runishtin. Di bin wande Rasta Kalê, Gola Sar, Kela Gola mara, pishta Kortê, dixwîya. Seyrengahek pir xwesh bu. Li ser zinara runistin.. Dest bi strana kirin. Ji mêrga Gola Sar da, dengê qûlingan dihat. Li zinara jî qeba qeba Kewan bu.

 

*11*

 

Bahar êdî diqedîya. Dawîya baharê, destpêka havînê bu. Lê tenê li zozana belekê berfê hebu. Li gund jî malhazirîya kochberîyê bu. Demek shunda zaro yên hûrik, qîz û jinên gund ji bo hazirîya zivistanê berî didan zozana. Pez dichû zozanan berx û kar, hemû tersh dichun zozana. Char bir pez bi shvanre li zozana dima ji bo meh û nîv. Li gund jî mêrg, zevî yên genim dihat chandin. Mêr li gund diman. Kar û barê havînê jî zêdayî li gund dibu.

 

"Qizê, miqar li ku ye, digerim nagerim nabînim " got, Hemze."

 

Ipega jina wî: "Ez nizanim miqar li ku ye.Te rakir Hemzî" got, Ipegê.

 

Li gund Hemzî, hostê qizag û tawîgan bu. Ew hemû jî ji bo karê gund bu. Tênê ji xwere chê nedikir, ji gundîyara ji bê pere chê dikir. Ger dema wî hebana. Miqarê digerîya le nedidiya. Li Kulînê, kadînê, gomê mizekir, lê gerîya lê nedît. Vegerîya bin sekuye, bin istêr mizê kir mixabin nedixwîya. Dixwast qulên ferên xizagê vek e. Miqar hesinek pan bu. Serê miqare tuj bu, dida ser darê mazî bi chakuch dikuta. Hedî bi hedî qula dar vedibu. Dura jî sing dikuta. char heb sing chê kiri bu. û du heb ji fer amade bu.Tenê wî dixwast iro gishtîya biqedîn e. Hemzî hêrs dibu hêdî bi hedî. Dema ku hêrs jî dibu di berxwede diaxifî. Chu berderê pismamê xwe Chachan. Ji Zelixanê miqar xwest. Zelîxanê chu anî û da Hemzî. Hemzî chu di bin dara sêvêda runisht, dara sêvê li berderê wana da bu, sîya darê pir xwesh bu. Dest bi chêkirina xizaga xwe kir.

 

Hemzî li gund bi ked û qiret bu. Serê sibêhda zarok ji xew radikir dichu kar. Sehera sibeh teng û tarîh bu. Li pishta zaroka kêm, kedika dew, das dichun zevîyê genim bichinin. Lê mixabin tarih bu hina. Li wederê zarok radizan. Hetanê ku ronahîya sibêh bavitana. Dura jî serî dikirin berxwe hetanê evarê bi dasê chandina genim dikirin. Pisht li zaroka kerî dibu. Xof û tirs hebu. Nedixwastin apê Hemzî ji wanare biqahire, hêrs be. Di warê kar de apê Hemzî zu diqahir î. Qebul nedikir ku zarok alozîyan ava bikin. Tenê dixwast qiret heb e. Kar heb e. Chima ku dem ne dema kêf û henekan bu. Dem dema kar û xebatê bu. Li gund ji ji bo karê wî hemuya ew wek numune nishandidan. Wek Hezmî bi qîret be. Wek Hemzî keddar be. Wek hemzî bi xebat be. Herweha bi navê wi, bavên zarokan li zarokên xwe shîret dikirin. Shîretên xwe jî bi navê Hemzî bi cîh danîn. Kuro wek hemzî zu rab ê. Kuro binêre Hemzî kar qedan we hina dest bi kar nekirî ye. Kuro Hemzoyê Arif xizaga xwe chêkirîye. Kuro Hemzo bi rê ket, hûn hina di xewdanin. Malmîrat Hemzî nuha li serê Xoydanîya yê, hun ji mal derneketinin. Dengê axaftina jin û mêran ji mal derdiket, lê ew bixwe jî ji hina ji mal derneketibun.

 

"Hemzî ez bi qurban hedî bi hedî kar narev e, te mala zarokan sewitand. Êdî bes e, bise bila zaru hinek din rakevin. Bila ronahî bide beroj. Hîna tarî ye. Ka bila zarok hinek din rakevin.." digot, Ipegê.

 

Lê Hemzî gotina wî dibîri. "Roja mirin û mayînê ye. Dema raketin, vezelê nîn e. Kurm ji cîye xwe derketin. Mar ji qula xwe derket. Gêle dest bi kar kir. Hirch bi rê ketin. Teyr firîyan. Hun di xewda diminin, dema xwe di xewê derbaz dikin. Tu ji herroj li ser zaroka ji minre pevdich î. Tunne be kes nad e. Bixebitin, qîretkin. Bila deste me ji tu kesekire vene be." digot, Hemzî.

 

"Law rabin, xwede mala we mirat kiro. De rabin. Bawîshka neynin. Zu rabin. Tavê avitî ye. Hun hina di xewdanin. Kuro ez bi vî emre mezin radibim, hun hîna vedizelin. Law, law rab e, mal kamax. Chi ji tera hat ye. Xishtikê li te xistî ye, Kalo..! Vedigerîya dichu ser mivînen din. Eko, dihecand. Eko..! rab e. Law, law dereng e. Rab e. Xew narev e."

 

Zarokê 12 salî radibun. Chavên xwe mist didan. Kinchê xwe li xwe dikirin û serî didan du apê Hemzî. Derva teng û tarî bu. Li ber chavên wande hîna shev bu. Li ber chavê Hemzî jî sibeh zelal bu. Bi rê diketin. Car hebu bê qawaltî. Carna jî kerîkî nan di destê wande berî didan zevî an jî mêrgê. Car hebu di destê wande das, car he bu li ser pîyê wan dirmix. Lê kedika dew her dem li pishta wan bu. Carna ji Kalo bi du bavê xwe diket. Di nîvê rê de dizvirî, di pash zinarekda xwe vêdishart, xwe wenda dikir. Dema ku bavê wî ji ber chav wenda dibu ew jî direvîya dichu bajêr. Dema Kalo direvîya ji kar, Hemzîyê bavê wî dest bi xeberan û nifiran dikir.

 

Iroj bê Kalo ew chun Chala. Chalan bejî ye. Bê ave. Hetanê evarê xwîdan li ser wana dikeve. Ew nikarin serî li ber xwe rakin. Emrê xebatê li wî gundê tunne ye. Deh salî bî jî dibe ku tu di zevîyêde bi dasê genim bichin î. Li kar zaroktî nayê zanîn. Herkesek dibe ku bixebit e. Reva kar nayê qebulkirin. Ivar ku hat, Kalo li ber nifira ye. Nayê kutandin. Lê di nav cahvên xwede tê tu kirin. Dawiya tukirinê nifir di dorêde ye. Sibeh nayê zanîn, dibe ku Kalo carek din birev e. Kalo ye, xwedê dizan e. Em nizanin. Lê Eko, Welî narevin. Ew ji Apê Hemzî hinek ditirsin. Ew ji axaftinên apê Hemzî roj bi roj perwerde dibin. Gotina herî delal ewe ku apê Hemzî dibêje:

 

"Heta pozê merova nesewîte, merov nabe mêr."

 

Pozê Kalo hina neshewîtî ye. Esre chavên wan li rê ya mal e. Ap nahêle. Dibe ku mexrebe be. Dibe ku sîya cîya xwe bide deshtê, dirêj be. Dibe ku roj di Kûrê de wenda be. Dibe ku ji Gohazêrînê hiv derkev e. Dibe ku gûrzên genim here ser gidish ê. Evar e. Ew carek din bi rê ketin. Westyayî berî dan gund. Ape Hemzî di ningek xwede kin e. Ningê xwe bi xwere dikishîn e. Zarok pishta wande esha rojê. Hedî bi hedî dimeshin bi apê xwer e.

 

"Kalo tu bisekin e. Nuha ez têm mal. Ev ji tere namîn e." got, apê Hemzî.

 

Deng ji devên zarokan dernakev e. Ew tevizînin. Pir jî birch bun e. Apê hemzî carek din got;

 

" Heta pozê merova nesewite , merov nabê mêr."

 

*12*

 

Derva hunik, lê teng û tarî bu. Li eziman hîva zerî li ser Kela Budê'de wek sînîya zîv, glor bu. Lê stêrên eziman jî wek zêr dichulîsîn. Bê dengî bu. Jîyan derva wek ker û gêjan bu. Bê dengî, ker û gejî ye. Di hundirda li xênî, nivîn raxistî bun. Xew tu car nediket chavên pîrika Zelîxan. Carna axîn dikishand, ji cîyê xwe radi bu. Bi destan orxana zarokan dikishand ser wana.

 

"Min qida, vî orxanê ji ser xwe nevêje bavê min. Tu yî nexwesh bikev î . Pere û pol jî tunneye ku em te li ser dixtor û tabîba bigerînin. Min qida û bela girto" digot, xwe bi xwe .

 

Sibehda ew bi rê diketin. Dema zozana bu. Tersh û malên gund di sibehda berî bidana zozana. Pîrka Zelîxan rabu, ji berxvanê xwere xwest hebanê hazir ke. Xew edî nema bu. Lê shev hina nîvê shevê bu. Ji kuleka xanî tirîja hîvê xwe da bu ber stunê. Sibehda torinê wî berx û karên malê dibir zozana. Kerîyek berx, semerek karên wan he bu. Lê dîsa jî Zelîxanê ew wek tunebun dihesiband. Nedixwast ew bi dewlemendî bên nasîn.

 

"Bi pez û dawar merov ne dewlemendin. Di shevekte ger gûr û hirch ku bikeve nav pez di shevînêde, ji wan yek namîn e. Dewlemendî di rojekde diqede. Dewlemendiya herî mezin saxî û slametîy e. Canê merova bila nebe belayê serê merova. Bila dilê merova dewlemend be. Bila merov saxbe, rehet be. Bila turê parsê li milê merova be."

 

Dema ku jin dihatin runishtinê, we ji jinara her dem wîsa diaxifî. Bi cîrokan jî dixemiland. Nuha li xenîyê malê di nav cîyande rûnishtîye chavê wî li tirîja stunê, ji xwere diponij e, kur û kur her thishtek thine bîra xwe xem û xeyalên wê li ser wê kombu ye. Bi nalîna torinê xwe ve di carek da ji xewnên xwe qetîya.

 

"Wi min qida.. Chu li ba torinê xwe vezeliya, demek. Porê wî, serê wî mist da. Hemîz pêre anî.

 

"Pîrkê ez ciwaxtê rabim. Chiwaxtê em bi rê dikevin."

 

"Wî min qida û bela yên te girto, tu shiyar î ? "

 

" Erê, pîrkê xewa min revî ya."

 

Pirkê ;" Na, na tu rakev ê, ez te di xewede nahêlim, min qida. Hîna teng û tarîye. Derva zulmat e, hîna her kes di xewda ye.", got.

 

Torinê wî orxan kishand ser serê xwe û carek din razîya. Pîrika Zelixan jî ra bu. Hinek kilora run û sê char cî shekire chayê û tasek kir kebana torinê xwe û keban jî anî li ber serê torinê xwe, berxvanê malê danî. Chu deri vekir li eziman mizekir. Bi hunikîve cirif î, shunda hat ket nav mivînê xwe. Pishta xwe da diwar. Orxan khisand ser qorên xwe. Carek din ket bahra qal û qisawetan. Azebîya wî hat bîra wî. Dema ku azaebên gund xwe dixemilandin beri didan zozana. Dilê wan shad di bu. Jin û qîza berî didan zozana. Li pesh wan de gamêshên barkirî, kerên ku barê wan wergerîya ye. Ga yên ku moz dikirin, bar davitin. Karê kulek. Zaroken pêxwas, di pozde chulm. Kalên di dest wande cogan. Li pishta wan dergûsh. Qirîn û hawar. Xizaga barkir î. Zav û zech bi hevra bi rê diketin. Xortên ku distran jî kêm ne di bu. Carna mêrên ku ji jinên xwere hers dibun. Hemu amade bun. Zelîxanê jî hespê xwe zîn dikir. Kure xwe ye chuk dida ser terkê. Ew ji bi karwan re rê diket.

 

Dema kochberî yê wek dîlan bu dîsa jî. Kêfxweshîyek bi tengasî bu. Dem dema delalîyê bu. Zelîxan dilbera gund bu. Dilê xortan keti bu wê. Lê we ji tu keserek soz neda bu. Zu bi zû rû nedida axaftinên xorta. Li derva sey ên wan di ewtîya. Dengê se dihat heta xênî. Carek din ji xeyalên xwe dur ket. Balifa xwe da ber pishta xwe, choke xwe kishand ber xwe. Di junîye wê de ba he bu. Destê xwe da ser junîyê xwe.

 

"Ax ax, emrê chu ye edî na zivire, nayê. Pîrtî barê giran e .Bask û qûdim jî nahêl e", got.

 

Zelixanê heta sehera serê sibêh di nav mivînada bê xew runisht, ponijî. Ne karî rabe û ne ji karî rakev e. Pirka Zelîxan, dayika du qîza û penc lawa bu. Char lawên we cihê bibun. Qizek wê ji di bin erdhecêda jîyana xwe wenda kiri bu. Nuha qîzek wê di jîya. Rihana wê. Wê jî li gundek din da mêr kirî bu. Mêrê dudîya bu. Zavê yê wê mirî bu. Ji Rihanê du kech ma bun. Carna torinên wê yên sêwî dihatin cem Pirka Zelixan. Shefîqe û Fatê herdem li ba Pirika xwe bun. Hezkirina pîrikê dermanê dilên sewî yan bu. Lê apanê zaroka nedihist ku Fatê û Shefîqa her dem bahatana. Wana nedixwast ku Fatê û Sefîqa ji wan dur kev e. Lê sêwîyan her dem kutan dixwar. Pirs dixwar. Ditirsîyan, direvîyan dihatin ba Pîrika xwe. Ew buyar jî bibu sedmê pevchuna herdu malbeta.

 

Zelîxan, ji xem û xeyalan nedikarî xwe xilask e. Yek dichu, yek dihat. Herweha sibeh li Pîrka Zelîxan dihat. Jîyana Zelîxanê ya dawî yê bi esh, xem û keder bu. Qal û qisawet mevanên balîfa we bu. Dema ku Zelîxanê serê xwe dida ser balîfê, qal û qisawetên dinê jî bi wê re serî didan ser balîfê. Edî shewqa serê sibeh ber avitinê bu. Zelalî ya sibeh bu.

 

" Ya diwana serê sibêh, derîyê xêrê. Ya Goshkar Baba, tu miraddarî, miradê xerxwaza bike ê me jî bi pêre.", got û ji mîvîna derket. Li derva edî shewqa rojê li chîya ye Kurê shewle di da. Serê sibeh li Kurê mizgînîya xêrê bu. Destpêka hêvîya jîyanê bu.


Weli Sebri

kapat