EMR Ê CUYE EDÎ NAYE.....


Bahar rûnîstîye li wî ciyaye....bahar a rengîn li bin belek ê berfêde. Av a nawalê bi gim e gime, li nawal a Hotan'da. Kevir ê qûl rê dide. Bimese kecik a bedew, xort ê delal. Bimese hêdî bi hêdî. Axa ji dil te. Ax timî hebû li ba bav û bapiren me. Emr e kû ter nedîye, emr ê kû cûye edî na yê. Dem dahat berf a spîh hûrîk hûrîk li wî cîyayê diresîya...dem xwesbû. Li tûr ê kecîk a delalde So, Cax, Helîz hebû. Carna Kereng, Qarî hebû.


Ji bo e te bû
xewnen min kerî
birîn a min kûr di berbang a sibêda

Ji bo ê bû
dem tarî bû
ez dibirim ji min pirs dikirin
li ser rews a te bû
bin teng bûm,bê kêf bûm

Ji bo ê te derketîm ser ê ciya
min berî da dest û nawala
wek bûk a bi xelî bû cîya
wer bizane li ser ê ciya mij bû
ser e mîn ji duman ê xalî nebû

Ji bo ê te min bang kîr
li wedere xweda ê evîn ê
bê bersîv mam û min ber ê xweda destê
Li wêdere xezal
li ser avan kevok ên revok

Kerîyên berxa
min lê wedere dit
vedikir wek gûl û wek rahan
Direviya delal a dil ê min
ji min dûr u ji xwe nezîk
ew hesrat a min bû
Bê qisûr.


Dem a kû paîz dahat edî li cîya ê serfdînê ewrên gran kom dibû. Li ser bederan mevsen, li ser mevsenê kecik a ezeb. Ka edî tirs diket dil ê ma ger baran hebûyana dve kû me carek din beder topkirana. Taviya baranê kû biciwana me carek din beder radixist u mevsen gredida. Biranin a zaroktiye gelek xwese. Cima kû ew insanên delal tê bîra min. Ipeg a amoj a mîn tê bîra min. Pirg a min a Zelîxan tê bîra min. Bav ê min Sebrî ê Arif te bîr a min. Bav ê min camerek bas bû. Dema kû ez ji welat derketîm bav ê min gelek kisand. Ji mehkî zedetîr di girtigeha Mûsêda ma. Nexwesî ji li ba wî hebû. Dijmin ê sebav li bavê min zûlm cekirin. Ew ji mêranî bû. Ez ji bav ê xwe xwesîm. Bîranin a wî dikim bi serfîrazî. Min wek ewladek timî alîkarî da bav ê xwe. Li ber wî rêz girt. Insanên bi rûmet nayên bîrkirîn. Ez ji xortên delalre divejîm hûn ji qimet bidin bav û dê yên xwe.


Cima kû emr ê cûye edî naye.


<<geri

Weli Sebri

09.2004