BÎRANÎNEK JI ZAROKTÎ YÊ..

Dema zozana bu. Em hîna zarok bun. Zarokên gundê me bi piranî yê berxvan bun. Heban li pishta me, em dichun Colê. Car he bu li Gola Maran, car he bu em li Chala li ber berxan bun. Berî ya pez , bi piranî li Gola Sar bu. Bervanên gund me berî didan dichun wêderê, ji bo yê pezdosh ê. Shivan li ser kanî ya berî yê rudinisht nanê xwe dixwar, berîvana jî elbên xwe digirtin, pez didot in. Dema ku me berê xwe dida wara (zozana) ,bi shahî û dilxweshîyek em dichun. Di dema zaroktîya min de; Musa yê Alî yê Horê, Kalo yê Hemzî yê Arif, Alî yê Mehmed ê Alî yê Horê û herweha ji gundê me Kovikê gelek xort , berxvan bun.

 

Li gund pez û tersh debara (malhebun) gundiyan bu. Li gund; di demek te pezê mala Arif, yê mala Musa yê Ismaîl, yê mala Mehmedê Elo, yê mala Alî yê Horê, semerek pez jî yê mala Xelîlê Memelî hebu. Li gund, mala Qemerê Chichê di warê pez de, gelek dewlemend bun. Li gund char penc bir pez hebu. Celebê mala Cibraîlê Momin û birê gîskên mala Shao jî tê bîra min. Rojek me berê xwe da warê Sheîd, em chun zozanê delal. Ipega Silêmanê Butkî, Axcika Mehmedê Elo, Hezime, Gulê hina azeb bun.. Strana "Warê Sehîd Warê me ye" distran. Shaî û dîlan bu chûyîna zozana. Pishta Warê Diyar, Rasta Kalê renga reng bu. Fistanên jin û kechikan bi durve dibiriqî. Chima ku wek chand jina fistanên rengîn li bejna xwe dikirin. Cil û bergên kurda bi piranî rengîn e.

 

Di pishta Warê Dîyar de karwan dimeshîya, bi zarokên hurik tersh û mal ve. Dema ku derdiketin serê Warê Dîyar, bîna zozana dihat, sûra zozana li birî û bijanga dida. Li zozana konê resh dihat vekirin. Konê mala apê Qemerê Chiche mezin bu. Holik bi kimkorê dahat sî kirin. Ji qorî yan chilo danîn, serê holikê bi chilo dihat girtin, dura jî ji bo yê sî kirinê kimkor davitin ser chilo yê. Li zozana piranî jin, qîz (kechik), bûk, zarokên hurik dijîyan. Eva ye ji bo demek bu. Ji bo yê meh û nîvek li zozana diman. Dura vedigerîyan dihatin gund. Mêr û xort li gund diman, di zevî û mergan de dixebitîn. Gî ya û genim dichi nîn. Di demên zozana de, bervê evarê em li kera sar di bun, me dida ber hev. Car he bu em ji kera diketin, me serê xwe, pî yê xwe hûr dikir. Lê dîsa jî me dev ji kersarbunê ber nedida. Ji mere kefxweshîyek mezin bu. Êvarê berxên me li kozikê, pez ji li shevînê dima. Dura dihat guherê.

 

Tê bîra min, rojek hûnik bu. Min û Musa yê Alî yê Horê, me berxên xwe kiri bu nava hev. Li pishta Nawala So'yê de berxên me dicherî ya. Min û Musa, me herduya du heb gêle girti bu, bera hev dida. Dida sher kirin. Ya wî gêleyek resh, ya min jî sor bu. Bi lehevxistina gêlan, me berx jî ji bîra kiri bu. Tu nabî gur dikeve nav berxa û berxek dikuje ê dinê jî ji tirsa guran direvin, belav dibin. Me serê xwe rakir ku em chi bibînin, berx neman e. Wenda bun e. Leshek li ber devê gurda ye û dixwe. Me kevir avit gurê, gur revî ya. Lê îjar jî qertalên berete yan li ser berxê kom bun. Dema ku em berîyê li lash dikin, qertalên bereteyan berî didin me. Em jî durf nakin ku nîzikî yê li lashê berxê bikin. Me di ku em ji qertalan nikarin xwe biparizin (xelaskin), me dev ji qertalan berda û bi gerî, me berî da holikê.

 

Berxê me wenda bibun. Birek berx. Amoja min Îpek û analixa min Helîmê bi qîje qîj û bi nifiran berê xwe dan Nawala So'yê. Me jî serî kir berxwe, bi xemgînî li ber holikê de runishtin. Li zozana ji chiya yê Ko surek sar dihat. Sewqa rojê li zinara dibriqî. Di bin konek te (reshmal) zarîna dergushek, li ber holikek de jî ewtina seyek di hat.

Weli Sebri, 2007